Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê gel berê xwe da qadên Newrozê

Li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.

DIRBESIYÊ

Îro bi sedan gelê Navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Qada Newrozê bi alên YPG/YPJꞌê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hate xemilandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê TEV-DEMꞌê Hemze Tolhildan axivî. Hemze di axaftina xwe de Newroza 2018ꞌan li tevahî gelê Bakurê Sûriyê, hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan pîroz kir û wiha domand, "Ji ber ku em bi xak û xwîna şehîdên xwe ve girêdayî ne, em ê bi rihê Newrozê Artêşa Tirk a dagirker têk bibin û li Efrînê bi ser bikevin."

Her wiha Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan axivî, Ebdulkerîm Cejna Newrozê li gelên herêmê pîroz kir û da zanîn ku Newroz şoreş û raperîna li dijî stemkariyê ye. Ebdukerîm derbarê şoreşa gelê Kurd û hemû gelên herêmê de wiha got, "Bi rihê Newrozê, şoreşa gelê Kurd û hemû gelên herêmê yên serî li hember zilm û zordariyê rakirine wê bi ser bikeve. Her wiha bi rihê raperîna Newrozê, vîna azad a Berxwedana Serdemê wê bi ser bikeve."

Piştî axaftinan Helbestvan Ferhadê Merdê helbestek li ser Berxwedana Serdemê xwend.

Her wiha di çalakiya Newrozê de komên stranan weke Zîlan û Kîkan stranên şoreşgerî ji bo Berxwedana Serdemê pêşkêş kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

HELEB

Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, beşdarî çalakiya Newroza Helebê bû.

Hediye bi navê gelê Efrînê Newroz li gelê taxa Şêxmeqsûd, gelê Bakurê Sûriyê û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û wiha got, ʺEm bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin. Em gelê xwe yê têkoşer li her çar parçeyên Kurdistanê û Rêberê mirovahiyê Abdullah Öcalan, YPG/YPJʹê yên li hember dagirkeriyê şer dikin, silav dikin.ʺ

Hediye anî ziman ku hikûmetên li dijî mirovahiyê û gelê Kurd, li dijî azadî û aştiyê ne. Hediye wiha domand, ʺDijminên azadiyê her dem zulmê û siyasetên qirkirinê li ser gelên azadîxwaz (taybet gelê Kurd) didin meşandin. Kurd gelekî têkoşer e û ji bo azadiya gelên bindest têkoşîna xwe li ser esasê felsfeya Rêbertiyê dide meşandin. Bi vê yekê mînaka jiyana hevbeş û biratiyan gelan li Bakurê Sûriyê ava kir.ʺ

Hediye da zanîn ku aliyên neteweya demokratîk qebûl nakin gelek in û wiha dirêjî da axaftina xwe, ʺDijminê me ne tenê dewleta Tirk e, gelek alîgirên wê hene. Tirkiye û alîgirên xwe komploya navneteweyî li dijî Rêbertiyê pêk anîn û bi vê yekê xwestin têkoşîna gelê Kurd têk bibin. Lê armanca wan pêk nehat. Ji ber vê yekê ev dewlet siyasetên dijminane li dijî gelê Kurd dide meşandin.ʺ

KOBANÊ

Welatiyên Kantona Kobanê çalakiya Newrozê di bin dirûşmeya ʺBerxwedana Efrînê dê bibe Newroza gelanʺ de li dar xistin û diyar kirin ku ew ê heta serketinê li pişta gelê Efrînê bin.

TEV-DEMʹê li rex dika çalakiyê, konek veda. Li bin kon sinevizyonek derbarê berxwedana Efrînê de hat pêşandan û pêşengeheke wêneyên komkujiyên Efrînê hat vekirinn.

Welatiyan derbarê cejna Newrozê û berxwedana Serdemê de nêrînên xwe anîn ziman.

Mehmûd Sîno: Em Newroza 2018ʹan li Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan, YPG/YPJʹê pîroz dikin. Efrînê wê bi hevgirtina gelan bi ser bikeve. Tevahî gelên Bakurê Sûriyê wê piştgiriya berxwedana Efrînê bidomîne, heta Efrîn ji dagirkeran tê rizgarkirin.

Fatma Mihemed: Newroza 2018ʹan li gelê Kurd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê pîroz be. Wê berxwedana Efrînê bi ruhê Newrozê bi ser bikeve. Newroza îsal, Newroza berxwedana Efrînê ye. Em li hember dagirkeran bi ser bikevin û bi hemû şêweyan destek bidin vê berxwedanê.

GIRKÊ LEGÊ

Îro di saetên sibehê de, li gundê Hilêq ê Girkê Legê çalakiya Newrozê di bin dirûşmeya ʺBerxwedana Efrînê wê bibe Newroza gelanʺ hat lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre malbatên şehîdan agir pêxistin. Di çalakiyê de Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hesen Koçer, Endama Rêveberiya Kongreya Star Ayhan Murad, bi navê gelê Ereb Hisên Sedî û bi navê gelê Suryan Cozêf Lehdo axivîn.

AMÛDÊ

Îro li navçeya Amûdê Newroza 2018`an bi tevlîbûan şêniyên navçeyê û gundewarên wê hate lidarxistin.

Şêniyên navçeya Amûdê li qada Jina Azad kom bûn û ji wir ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Şêniyên navçeyê bi cil û bergên foloklorî tevlî Newrozê bûn û ala YPJ/YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hildan.

Newroz bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, dayikên şehîdan agirê Newrozê di nava dirûşmeyan de vêxistin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyişe Hiso û bi navê pêkhateyên Ereb Yerub Kesar axivîn

Di axaftinan de hate gotin ku pêwîst e hemû gelê Bakurê Sûriyeyê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dixwazin projeya demokeratîk têk bibin, yekîtiya xwe ava bikin.

DÊRIK

Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo ku beşdarî çalakiyên Newroza Dêrikê bûye axivî û got, berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeran berdewam e, serkeftin a gelên Bakurê Sûriyê be.

Hêva Erebo, di destpêka axaftina xwe de, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, pêkhateyên Bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Bi rihê berxwedana Efrînê em Newrozê pîroz dikin, Newroza ku Kawayê Hesinkar çirûska wê vêxist û serdemeke nû ji azadiyê ragihand, bi rihê Mezlûm Doğan, Zekiya û Rehşan vejîn bû, îro bi rihê Avesta û Arîn didome."

Hevseroka Kantona Cizîrê bêdengiya raya giştî li hemberî komkujiyên ku li Efrînê pêk tên şermezar kir û got," Banga min ji civaka navdewletî re ku, li hemberî komkujiyên ku derheqê sivîlên Efrînê têne kirin çavê xwe vekin."

Hevseroka Kantona Cizîrê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser talankirina ku ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê û got,"Bi navê şoreş û şoreşgeran mal û milkên gelê me talan kirin, ma şoreş ev e?!, ma ev e azadiya ku bangî wê dikin? Careke din ez tekez dikin ku lehengên me wê li Efrînê serkevin û dagirkeran têk bibin."