Li Rojava şermezarkirina komploya navnetewî didome
Bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gele bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gele bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin.
Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, di salvegera 23’mîn de li Şehba, Tebqa û Girê Spî bi çalakiyên cûr bi cûr hat protestokirin.
TEBQA
Di heman çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê jî meşek li dar xist.
Di meşê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, partiyên siyasî, meclîsên leşkerî, endamên Tebqa, Reqa, Minbic û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrezorê jî di nav de bi sedan welatî beşdar bûn.
Meş ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, dirûşmeyên "Ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan re na" hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan, çawa ku me pergala kapîtalîst û dewletên hegemonîk têk bir, em ê Rêber Abdullah Ocalan jî ji destê dagirkerî û faşîzma Tirk rizgar bikin."
SEHBA
Komîteya Parastina Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo mifteya aştiyê ye" panelek li dar xist.
Ji bo panela ku li salona Şehîd Axîn Welat a Şehba hate lidarxistin, bi dehan parêzer, rewşenbîr û rûspiyên eşîran amade bûn.
Di panela ku parêzer Gabrîel Mistefa, Roşîn Alî û Mihemed Emîn lê beşdar bûn de, hat diyarkirin ku rêxistinên mafên mirovan bi taybetî CPT li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka xwe bi cih naynin û bal hat kişandin li ser girîngiya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê. Her wiha bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û CPT hate kirin ku ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve bişopînin û di çarçoveya peymana Neteweyên Yekbûyî ya di sala 1998'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye pejirandin de tevbigerin.
GIRÊ SPÎ
Bi pêşengiya Meclîsa Kantona Girê Spî sînevîzyonek hate nîşandan. Piştre Cîgirê Serokê Kantona Girê Spî Sebrî Nebo li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.