Li Rojava, personelên tenduristiyê tên amadekirin

Ji rêveberiya Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Zekî Çiya destnîşan kir, ku li Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ya li bajarê Serêkaniyê, bingeha sîstema tenduristî û perwerdeya tenduristiyê hatiye danîn.

Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ya li Serekaniyê, li hemberî sîstema tenduristî û perwerdeya tipê ya heyî, alternatîf e.  Endamê Rêveberiya Akademiya Tenduristiyê ya Rojava Zekî Çiya ji ANF'ê re axivî.

Li ser bingehek çawa ya perwerde û sîstema tenduristiyê we ev akademî vekirin?

Beriya vekirina akademiyê, li ser bingeha pirtûka 'divê çawa bê jiyîn' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me jî pirsa 'em çawa dikarin bi tenduristiyeke baş bijîn?' li xwe kir û em li bersiva wê geriyan. Bi hezaran sal in perwerde li ser tenduristiyê tê dayîn, lê hê pirsgirêkên tenduristiyê çareser nebûne. Em tenduristiyê ne tenê ji aliyê fîzîkî ve dibînin. Di heman demê de ji aliyê derûnî û têkiliyên navbera civakan jî dinirxînin. Nîqaşên me li ser vê bingehê hatin kirin.

Hûn qala kengî dikin?

Di sala 2009'an de me li Bakur komek ava kir. Di nav de xebatkarên qada tenduristiyê û akademîsyen hebûn; karekî ji bo temamiya gel bû. Piştre jî diviyabû bihata nîşandan û li qada navneteweyî bihata fermîkirin.

Ji bo vê çi hate kirin?

Di sala 2010'an de li Amedê komxebata tenduristiyê hate kirin. Ji Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn çêbû. Di nava beşdarên ji Ewropayê de biyanî jî hebûn, lê bi giranî Kurd bûn. Li wê derê encamek hate bidestxistin.

Encameke çawa?

Encama ku divê êdî akademî bê avakirin, hate bidestxistin. Modela rêxistinbûnê û sazîbûna zanistî wê bi hev re bihata meşandin.

* Modela rêxistinî wê li ser komîn û meclîsan bihata avakirin.
* Aliyê xwe yê akademîk jî wê ne tenê weke dibistan bihata fêhmkirin.

Hûn dikarin beşa duyemîn hinekî îzah bikin?

Ji aliyê zîhnî ve akademîk. Mînak; me li vir dibistana polîtîkaya tenduristiyê vekiribÛ, lê cihê xwe tine ye. Cih her der e; her cihê ku jin, ciwan, civak lê ye. Me dest bi lêgerîn û gav avêtinê kir, ku em hişmendiya tendursityê ya baviksalariyê ku sîstemê berevajî kiriye, çawa dikarin veguherînin perspektîfa jinê.  Me li pênc hêmanên bingehîn (rêxistinbûn, ruhê têkoşînê, ruhê welatparêziyê, welatparêzî û demokrasiyê) ya îdeolojiya rizgariya jinê, bersiva li pirsa nasnameya tenduristiya azad zêde kir. Ji ber ku hegemonyayek li ser tenduristiyê hatiye avakirin. Me mînaka vê li gelek cihan dît.

Dema mirov mînakên Kuba, Venezûela û Sowyeta kevn lêkolîn dikin; belê bi rengekî bê pere xizmeta tenduristiyê tê dayîn, lê belê bi dewletê ve girê dide. Divê ev pirsgirêkên tenduristiyê li ser bingeha xwerêveberiyê bên çareserkirin. Yanî li şûna lawaziyê, pêwîstî bi çalakbûnê heye. Em li ser vê yekê kûr bûn.

Di çarçoveya vê komxebatê de me di sala 2010'an de li Êlihê Kongreya Tenduristiya Neteweyî ya Kurdistanê ava kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hevalên me tevlî bûn. Nîqaş hatin kirin. Êdî diviyabû aliyê vê yekê yê akademîk şênber bûya. Me komeke polîtîk a polîtîkayên perwerdeya tenduristiyê ava kir.

Piştre derbasî Rojava hate kirin?

Belê, aliyê wê yê pratîkî dikarîbû li Rojava pêk bihata. Derfet hebûn. Me ev yek bi hevalên li Rojava re parve kir. Me dest bi nîqaşkirina xebatên tenduristiyê, komîn û meclîsan kir. Me hewl da îzah bikin ku sîstema heyî têrker nîne. Dema ku me dît ev ye pirsgirêka perwerdeyê ye, ji bo hevalên li vê derê me kom bi kom dest bi dayina perwerdeyê kir. Bi van perwerdeyan re em gihîştin wê encamê ku divê akademî were avakirin. Ya ku di hişê me de bû, nexweşxaneyek nebû. Niha jî nîne, ev demkî ye. Li gorî mufredata xwe em di dawiya hefteyê de diçin serdana gel, kontrola tenduristiyê dikin û bi gel re rûdinên. Me tiba kevneşop jî girt. Ji ber vê yekê bû 5 hezar 100 saet. Di nava pîvanên normal ên cîhanê de bi qasî 4 hezar e.

We çima Serêkaniyê tercîh kir?

Li Serêkaniyê çanda Til Xelef heye. Til Xelef destpêka jiyana bicihbûnê ye. Mîna serdema neolîtîk, diviyabû me ji vir bidana destpêkirin. Eger cesedê Tîamat ê parçebûyî li Kurdistanê bû ax, rondikên çavên xwe bûn Firat û Dîcle; eger  YPJ û KONGRA STAR vê ji nû ve zindî dike, divê em jî çanda Til Xelef ji nû ve li vir zindî bikin.

Me jiyana bi civakê re ji xwe re esas girt. Bi qutbûna ji civakê, bi xwe girtina li kampusan mirov nikarin serketî bin û nikarin bibin personeleke/î baş ên tenduristiyê.

Cara yekê ye li akademiyeke tenduristiyê perwerdeya bîrdozî tê dayîn. Di nava şert û mercên asayî de li akademiyekê doktor û hemşîre tê perwerdekirin. We çima pêwîstî bi perwedeya îdeolojîk dît?

Divê xwendekar ji sîstemê werin qutkirin. Ji bo polîtîkaya me ya tenduristiyê hê demokratîk, hê azad û civakî be, pêwîstî bi perwerdeya îdeolojîk jî heye. Hevalên me yên her dewreyekê, mehekê di perwerdeya îdeolojîk de derbas dibin. ji ber ku divê em 'doktoriya' sîstema heyî di mejiyan de afirandiye, deynin aliyekî. Her akademîsyenê tê jî perwerdeya îdeolojîk dibîne. Yê ku perwerdeya îdeolojîk nebîne, nikare bibe akademîsyen. Em mejiyê analîtîk jinedîtî ve nayên, lê belê divê em mejiyê hestewarî jî di tenduristiyê de bi cih bikin.

Perwerdeya tipê bi giranî 5-6 salan dewam dike. Lê hûn 4 salan têrker dibînin. Çima?

Ji bo me ya girîng ew e ku em personeleke/î baş ê tenduristiyê amade bikin. Di nava sîstema kapîtalîst de bi rengê doktor, hemşîre, pîrik ji hev hatine cihêkirin. Em pênaseya doktor jî têrker nabînin. Em jê re dibêjin şîfakar, tenduristîkar. Şîfakar ê şîfayê dibîne.

Pîvana asta navneteweyî; saeta perwerdeyê ya branşê ye. Dema mirov bi kûrbûna me ya li gorî mufredatê dinerin, di ser standartên li cîhanê ye. Ev pîvana me jî heye; divê bi zimanê dayikê be, xizmetên tenduristiyê bê pere bin û gerdûnî bin. Em ya kevneşop û ya hehî digihînin hev. Tipa kevneşop jî, destketiyên teknolojîk jî wê hebin.