Li Rojava pênc partiyên siyasî Yekîtiya Hêza Kurdî ava kirin

Pênc partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku wan Yekîtiya Hêza Kurdî ava kirine.

Îro li bajarê Qamişlo 5 partiyên siyasî yên kurdî; Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Partiya Gelêrî ya Kurdistanê û koma kesên serbixwe avakirina Yekîtiya Hêzên Kurdî-Rojava bi civîneke çapemeniyê ragihand. Kongre li Salona Selam a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyên navborî li dar ket.

Di kongreyê de berdevkê Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava Abdulkerîm Siko axivî û îşaret bi girîngiya hevgirtina partiyên siyasî yên Kurdî û yekîtiya Kurdî ji bi xizmeta gelê Kurd kir.

Abdulkerîm Siko di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Divê em bi hemû şêwazan li hember hemû êrîşên li dijî gelê Kurd li Kurdistanê, bisekinin. Bi taybet gefên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li Rojava. Divê em yekîtiya xwe li pişt hêzên xwe yên leşkerî ji YPJ/YPG`ê zêde bikin, da ku em parastina herêm û destkefiyên siyasî û leşkerî ku li Rojava hatine bidestxistin, bikin."

Siko di axaftina xwe diyar kir ku deriyê yekîtiyê li pêşiya hemû hêzên siyasî yên Kurdî li Bakur û Rojavayê Sûriyê vekirî ye.

Piştî civîna çapemeniyê hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav Mele mîsaqa ku her pênc partiyan li ser li hev kiriye, xwend. Li gorî mîsaqê, Yekîtiya Hêzên Kurdî-Rojava ne kombûna partiyan ku ew ava kirine û mîsaq îmze kirine, lê belê çarçoveya xebatên siyasî, partî hevbeş û koordînasyona helwestan, yekîtiya hêz, enerjî û derfetan û li gorî xizmeta armancên wê yên sereke û nêrînên hevbeş ku li ser li hev kirine.

Her wiha di mîsaqê de gelek bend hene ji wan xebatên ji bo yekîtiya hêzên partiyên siyasî, hevkariya di navbera hemû helwestên neteweyî de, destekdayîn û parastina mafên gelê Kurd li Sûriyê, yekitiya nîştîmanî erkek e, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPJ/YPG`ê û Hêzên Ewlekariya Hundrîn xetên sor in.

Her pênc partî li herêma Cizîrê li gorî qanûnên partiyên taybet a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, ruxsetkirî ne.