Li Rojava dijî komployê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî gelek çalakî û merasîm hatin lidarxistin.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî gelek çalakî û merasîm hatin lidarxistin.
Li Kobanê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin, li Hesekê, Dêrik û Helebê jî daxuyanî û semîner hatin dayin.
Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê bi dirûşmeya “Komploya 15’ê Sibatê li dijî jiyana hevbeş a azad hate pêşxistin” meşek li dar xist.
Di daxuyaniyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku di serî de ji bo gelê Kurd ku di sedsala 21’an de hê jî ji mafên xwe yên çandî bêpare û heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd ku çareseriyê diafirîne, soza domandina têkoşînê hat dayin.
Parêzer Cemîl Hemed daxuyaniya Dîwana Edaleta Civakî ya Helebê li Taxa Şêxmeqsûd xwend. Hemed bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku peymanên mirovahî bi cih bîne û biryarên Dadgeha Ewropayê bi cih bîne.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê sînevîzyonek ji bo gel nîşan da, di heman demê de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Kongra Star ya bajarê Dêrikê jî têkildarê komploya navneteweyî semîner hatin dayin.