Li Rojava çalakiyên 21’ê Sibatê: Em xwedî li Kurdî derkevin

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Kantona Cizîrê li navçeya Amûdê, Til Hemîs, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û bajaê Hesekê û bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

AMÛDÊ

Li bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi tevlêbûna sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên sivîl meşek hat lidarxistin. Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li Qada Jin rawestiya. Li wir Rêveberiya Dibistanan daxuyaniyek da û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

HESEKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Hesekê şahiyek bi dirûşma "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hebûna zimanê dayikê hebûna me ye" li dibistana Felek He was a li taxa Miftî ya bajêr li dar xist. Mamoste, xwendekar bi cil û bergên Kurdî tevlî şahiyê b3un.

Di şahiyê de endamê Saziya Zimanê Kurdî Mihemed Zevo ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşenbîrên Kurd pîroz kir û got: "Çîrûska Şoreşa Rojava, destpêka vejandina zimanê Kurdî bû. Bi saya şehîdan û şervanan, em fêrî zimanê xwe bûn. Fêrbûna bi zimanê Kurdî, destkeftiyeke şoreşê ye."

Piştre Koma Stêrk a Mafên Zarokan daxuyaniyek da û bang kir ku pêwîste zimanê Kurdî were naskirin.

DIRBÊSIYÊ

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê 2 şahî ji xwendekarên refa navîn û amadehî li dibistana Şehîd Roza Cûdî û Perwer Zîlan li dar xist. Bi sedan xwendekar, mamoste û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê tevlî şahiyan bûn.

Di her du şahiyan de şanoyên têkildarî girîngiya zimanê Kurd û mafên gelan di fêrbûna wê de hatin pêşandan.

TIRBESPIYÊ

Rêveberiya Dibistanan û Saziya Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist. Xwendekar, mamoste, endamên saziyên sivîl û şênî tevlî şahiyê bûn.

Bi navê Rêveberiya Dibistanan Fener Mehmûd axivî û got: "Divê mamoste zimanê Kurdî pêş bixin."

TIL HEMÎS

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Hemîsê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û banga parastina zimanê dayikê hate kirin û pergala pirziman a li herêmê bi erênî hate nirxandin.

KOBANÊ

Li Kobanê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi daxuyaniyekê hat pîrozkirin. Daxuyanî ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga siyasetên pişaftinê baldarî bin hat kirin. Di daxuyaniyê de balkişand bi ser xetereyên siyasetên Tirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî dimeşîne.

Desteyê ragihand ku ew amade ye li hember van siyasetan bisekine û fêrbûna bi zimanê dayikê pêş bixe.