Li Rojava bi çandina daran 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin.

HELEB

Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û bi însiyatîfa Kongreya Star li goristana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li herêma Şiqeyêf a bajarê Heleba Sûriyê ye, 71 dar hatin çandin.

Di demeke ku qedexeya derketina derve berdewam e, endamên saziyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî çandina daran bûn. Tê zanîn ku salên derbasbûyî tevaya gelên herêmê ev roj pîroz dikir lê îsal ji ber rewşa qedexeyê kombûn çênebû tenê bi çandina daran hat pîrozkirin.

Beşdaran dema dar çandin sloganên"Bijî Rêber Apo" berz kirin.

REQA

Di 4`ê Nîsanê de her sal pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber ked û têkoşîna wî di oxira aşatiyê û azadiya gelên bindest de, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dike.

Bi vê boneyê Desteya Hawîrdorê û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê 600 dar li bajêr çand.

Li Parka El-Reşîd, kolana sereke ya li başûrê yarîgehê, Kolana Dêrê, Parka dibistana Cewad Enzûr, Parka El-Bistan, Parka El-Bica û Parka El-Mirûriyê gelek cureyên daran hatin çandin.

QAMIŞLO

Her sal gelê Kurd rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi çandina daran û şahiyan pîroz dikin, lê ji ber rewşa qedexeya çûn û hatinê her wiha qedexeya kombûnê ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye ji ber sedema koronavîrusê şahî nehatin lidarxistin, tenê bi çandina daran hat pîrozkirin.

TIRBESPIYÊ

Di heman mijarê de Buroya Jîngehê ya navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Buroya Jinan 460 dar li 3`ê bexçeyên navçeya Tirbespiyê de çandin.

Navên bexçeyên ku dar lê hatin çandin wiha ne: Baxçeyê Şehîd Zekiya, Şehîd Nûda û Baxçeyê Rêber Ocalan.