Li Reqayê teqînek pêk hat: 3 kes mirin-NÛ BÛ

Di encama teqîna mayîneke ya ji bermayên çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê 3 welatiyên sivîl mirin.

Li kolana Nûr a dikeve navenda bajar, saet derdorî 16:00’an mayîneke ya çeteyên DAÎŞ’ê teqiya. Di teqînê de 3 welatiyên sivîl mirin, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî lêkolîna tîmên mudaxeleya lezgîn a hatin cihê bûyerê, zarokên du malbatên ji herêma Cezra ya ku li nava kavlên hilweşayî dilîstin mayîneke ya çeteyên DAÎŞ'ê berê hatibû çandin teqiyaye.

Navê zarokên ku mirine wiha ne: Xuşk û birayên bi navên Subeyha Xalid Silêman (17) û Xelîl Xalid Silêman (11) û Hesen Mûsa El-Mirî (17).

Zarokên ku birîndar jî bûne temenê wan jêrî 12 saliyê ne û navê wan jî Nasir Mûsa El-Mirî û Ayda Mûsa El Mirî ne.

Doxtoran anî ziman ku rewşa zarokên birîndar giran in û di beşa lezgîn de tên ragirtin.