Li Reqayê goreke komî hate dîtin

Li Stada El-Reşîd a Reqayê gorekî komî ya 50 cenazeyan hate dîtin. Piraniya van cenazeyan jin û zarok in.

Li Reqayê hovîtiyek din a çeteyên DAIŞ’ê hate dîtin. Li Stada El-Reşîd a bajar goreke komî ku 50 cenaze tê de ne, hate dîtin.

‘DI 3 MEHAN DE 600 CENAZE HATIN DÎTIN’

Rêveberê Komîteya Jinûve Avakirina Reqa ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Ehmed Ismaîl Hemûd diyar kir ku gor vedigere dema dagirkirina çeteyên DAIŞê û got ku “Komîteyê di nava 3 mehan de 600 cenaze di nava Reqayê de dîtin.”

Hemûd destnîşan kir ku di xebatên wan ên lêgerînê de li stada El-Reşîd 50 cenaze, piranî jin û zarok bûn hatin dîtin û got ku Stada El-Reşîd di dema dagirkiriya DAIŞ‘ê de wekî navenda êşkencekirinê dihate bikaranîn.