Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî QSD’ê li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girt.
Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî QSD’ê li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girt.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê bi operasyonekê çeteyekî DAÎŞ′ê li Reqayê girtin.
Têkildarî opersayonê ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên me li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ′ê didomînin.
Duh (Pêncşemê 26′ê Cotmehê), Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi piştevaniya hewayî û çavdêriyê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li navenda bajarê Reqayê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina berpirsekî şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst hat lidarxistin.
Yekîneyên me cihê terorîstê bi navê Muhened El Dendeh (Ebû Mihemed El Miwehid) dorpêç kir û wî girt. Ev terorîst agahiyên îstîxbaratî dida şaneyên rêxistina terorîst û bi rêya wî nuqteyên leşkerî û saziyên sivîl ên li herêmên me hatin hedefkirin.
Di operasyonê de yekîneyên miqdareke alav li cem terorîstî girtî hatin dîtin û ji aliyê yekîneyên me ve hatin desteserkirin. Alavê hatine desteserkirin ev in:
7 telefonên destan, 1 telefonên normal, belgeyên kesayetî û cîhazekî WiFi."