Li Reqayê cenazeyên 3 şehîdan hate veşartin
Li Reqayê cenazeyên 3 şehîdên QSD’ê hate veşartin.
Li Reqayê cenazeyên 3 şehîdên QSD’ê hate veşartin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, endam, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û rûspî tevlî merasîma veşartina cenazeyên 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); şehîd Xalid Hesen El Şewax, şehîd Mihemed Elî El Receb û birayê wî şehîd Îmad Elî El Receb bûn.
Karwanê şehîdan ji pêşiya morga şehîdan a li Reqayê ber bi goristana şehîdan a li bajarokê El Cedîdat ê li rojhilatê Reqayê ve bi rê ket.
Li goristanê endama Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Arciwan Mela Elî axivî û got: "Her sê şehîdan ji bo parastina axê, gelê xwe û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, canê xwe feda kir."
Arciwan Mele Elî her sê şehîdên Komkujiya Parîsê; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn û soz da ku rêya wan berdewam bike heta ku serkeftinê bi dest dixin.
Her wiha Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê, Mihemed Nûr El Zîb axivî û got: "Em destpêkê sersaxiyê didin xwe û malbata şehîdan. Dewleta Tirk a dagirker şervanên QSD’ê yên ev herêm ji terorê xilas kirine, dike hedef."
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Piştre girseyê cenazeyên her sê şehîdan di nav tililiyên dayikan de spartin axê.