Li Reqayê 3 xwişk û birayên şervan..
Sê xwişk û bira ne, li hewşa malakê rûniştine. Di eniya şer de ne. Yek jê jin û du ji wan mêr bi heman armancê şer dikin. Mil dane hev. Dibêjin ew pir kêfxwş in ku li cem hev in.
Sê xwişk û bira ne, li hewşa malakê rûniştine. Di eniya şer de ne. Yek jê jin û du ji wan mêr bi heman armancê şer dikin. Mil dane hev. Dibêjin ew pir kêfxwş in ku li cem hev in.
Ahmed di Tabûra Şehîd Jiyan de ye û dibêje "Ez bi xwişk û birayê xwe re tevlî nav pêngava Reqayê bûm. Ji bo ku em vî gelî ji dest çeteyan rizgar bikin di nav vê pêngavê de ne."
Birayê din ê ku cemedan li serê xwe girêdaye, dibêje navê wî Xebat e, di nav kabên wî de kilêşa wî heye. Xebat diyar dike ku ew di tabûra Şehîd Berxwedan de ye û wiha didome: "Ez pir kêfxweş im ku bi xwişk û birayê xwe re di pêngava Reqayê de me" û dibêje ew pir dixwaze gel ji zilma çeteyan xilas bikin.
Navê şervana jin a di navbera du birayên xwe de rûniştiye balkêş e: Dîvyanî. Şervaneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û di nav pêngavê de ye. Ew jî wiha birayê xwe dibêje: "Ez pir kêfxweş im. Bi du birayên xwe re di nav vê pêngavê de me. Ji ber ku em bi hev re ne kêfxweş im."
Dîvyana behsa zilma çeteyên DAIŞ’ê dike û dibêje: "Tim jinan dikujin. Zilmeke giran li jinan dikin." Dîvyana bi domdarî dibêje di Îslamê de cihê vê zilmê nîn e û wiha didomîne, "Navê vê hovîtî ye."
Dîvyanî axaftina xwe ya bi Kurdî bi Erebî didomîne û herî dawî dibêje, serketin wê ya wan be.
Li cihê ku ew lê dimînin şopa şer pir beloq e. Li ser dîwaran şopa ber û guleyan hene. Qul di dîwaran vebûne. Di rewşeke wiha de bi gogê dilîzin. Kêfxweşiya ku ew bi hev re ne par ve dikin. Carinan dikenin, carinan diponijin.
Operasyona Rizgarkirina Reqayê 6’ê Hezîranê dest pê kiribû. Li gelek eniyan şer heye. Şervan pir zû bi pêş ve diçin, gihaştine ber deriyê berê yê bajêr. Sê xwişk û bira jî di vî şerê giran de mil bi mil şer dikin…