Li Reqa 16 çete hatin kuştin, 3 bi saxî dîl hatin girtin
Şervanên QSD’ê gundê Semra rizgar kirin. Di encama şer de 16 çete hatin kuştin, 3 jî bisaxî dîl hatin girtin.
Şervanên QSD’ê gundê Semra rizgar kirin. Di encama şer de 16 çete hatin kuştin, 3 jî bisaxî dîl hatin girtin.
Di çarçoveya operasyona QSD’ê ya îro dabû destpêkirin de gundê Semra ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên QSD’ê îro piştî danê nîvro li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku li gundê Semra yê dikeve rojhilatê Reqayê, operasyon dabûn destpêkirin. Di encama şerê li gund rûdayî de, 16 çete hatin kuştin û 3 çete jî tevî çekên wan dîl hatin girtin.
Gundê Semra ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatibû rizgarkirin. Lê beriya 3 rojan çete ketibûn gund û gundî weke mertalên zindî bi kar danîn.