Li Qamişloyê çalakiya hunerî hat lidarxistin

Li Qamişloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilxweşiya zarokan konsera muzîkê û pêşengeha wêneyan a zarokan hat lidarxistin.

Dibistana Şehîd Niwêla ya Hîlala Zêrîn di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û di bin dirûşma “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo konsera muzîkê û pêşengeha wêneyan li dar xist.

Endamên Hîlala Zêrîn, xelk, zarokên şehîdan di konserê de amade bûn. Di destpêka konserê de zarokên di beşa stran û wênesaziyê de ji aliyê Hîlala Zêrîn ve hatin xelat kirin. 

Piştre 20 zarokên dibistana Hîlala Zêrîn bi amûrên xwe yên cuda 8 stranên gelêrî û kevnar gotin.

Di çalakiyê de 47 tabloyên ku bi destê 8 zarokan hatiye xêzkirin, hatin pêşkeşkirin.