Li Qamişloyê cenazeyên 2 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilbirîn Amed (Hamdûllah Toprak) û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Demhat Qamişlo (Samîr Îbrahîm) bi merasîmekê hatin veşartin.
Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilbirîn Amed (Hamdûllah Toprak) û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Demhat Qamişlo (Samîr Îbrahîm) bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyên şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Demhat Qamişlo (Samir Îbrahîm) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajêr bi merasîmeke gireseyî oxir kirin.
Şervanê YPG`ê Dilbirîn Amed ê ji Bakurê Kurdistanê 25`ê Cotmehê li navçeya Şedadê şehîd bibû, şervanê QSD`ê Demhat Qamişlo yê ji pêkhateya Ereb jî duh (29`ê Cotmehê) Dêrazorê di êrişa komên çeteyan de şehîd bibû.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm axivî. Îbrahîm di şexsê her du şehîdan de hemû şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û wiha axivî: “Bila dayikên şehîdan bizanin ku wan kurên ku rûmeta xwe parastin, anîne dinê. Bila serbilind bin. Dê navên van şehîdan di dîrokê de bên nivîsîn, dê nifşên li pey wan jî ji wan fêrî berxwedan û têkoşînê bibin.”
Îsam Îbrahîm destnîşan kir ku şehîd nirxên wan ên herî giranbihan e, ji lew re ew ê her tim li ser xeta wan bin.
Endamê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl jî axaftinek kir. Resûl bi van gotinan bal kişand ser cihê pîroz ê şehîdan di ola Îslamê de: “Şehîd namirin, ev gotin di Qurana pîroz de hatiye gotin. Şehîd jiyaneke xweş qezenc dikin. Zimanê mirovan li pêşberî şehîdan lal dibe, ji ber ku ew di oxira azadkirina welatê xwe de xwe feda dikin.”
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo jî Mihemed Zêdan wiha axivî: “Bi van êriş û planên hêzên komploger tê zanîn ku projeya Rêber Ocalan bi ser dikeve. Mînakeke wê niha li ber çavê me ye, em cenazeyên 2 şehîdên Ereb û Kurd oxir dikin. Di şexsê wan de xwîna her du pêkhateyan tevlîhev dibe.”
Zêdan di axaftina xwe bal kişand ser hedefgirtina pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê girîng e. Lewma ew qas êriş dijî şervan û pêşengên şoreşê pêk tê. Ew naxwazin li Sûriyeyê çareserî pêk were. Şervanên me li Dêrazorê jî berevaniya xelk û axa herêmê dikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser xeta şehîdên xwe bin.”
Piştre birayê şehîd Dilbirîn Amed, Denîz Amed peyama malbata şehîd da û got: “Şehîd Dilbirîn ti carî zilma dagirkerên Kurdistanê qebûl nekir. Ji ber wê jî her dem ji bo rizgarkirina Kurdistanê amade bû. Ji bo rizgarkirina çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Li ser daxwaz Şehîd Dilbirîn Amed strana “Ey Insan” a hunermend Xelîl Xemgîn hat guhdarîkirin, dayikên beşdarî merasîmê bûne jî wêneyên şehîd bilind kirin û kilam gotin.
Cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.