Li Qamişloyê çalakiya “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê”
Li Qamişloyê di çarçoveya “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” de çalakiyek hat lidarxistin. Beşdarên çalakiyê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û piştgirî dan pêngavê.
Li Qamişloyê di çarçoveya “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” de çalakiyek hat lidarxistin. Beşdarên çalakiyê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û piştgirî dan pêngavê.
Di çarçoveya pêngava “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” de ji aliyê Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ve çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî li Parka Jinê ya li navçeyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Beşdarên çalakiyê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û piştgirî dan pêngavê.
Revebera Rêveberiya Dibistanan a Çilaxa Nezha Seyfedîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em dixwazin ji cîhanê re bidin xuyakirin ku tu kes nikare fikrê Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan asteng bike û ev fikr ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe."