Li Qamişlo û Amûdê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Bi sedan kesên li Qamişlo û Amûdê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyan de berxwedana Heftanîn jî silav kirin.

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê meşiyan û piştgiriya xwe ya bi berxwedana destanî ya Heftanînê nîşan dan. Her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.

Şênî li pêşiya avahiya Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û dest bi meşê kirin. Şêniyan li dijî dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên der mirovî dirûşim berz kirin û piştigiriya xwe ya bi berxwedana Heftanînê re nîşan dan.

Piştî sûka navendî meş li ber Navenda Yekîtiya Ciwanan a li rojavayê navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Bajarokê Hilwe Fehîme Temo bi navê Kongreya Star axivî û destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî êdî êriş û sûcên dewleta Tirk bûne tişteke asayî û normal.

Temo bang li hêzên Kurdistanê kir ku divê bigihêjin nêrîneke siyasî ya hevpar ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker digire û wiha domand: “Topbarankirina Şengalê, êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka herî ber bi çav e ku dewleta Tirk dixwaze doza Kurd tune bike.”

Temo bal kişand ser ku bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk, nîşaneya erêkirina van sûcan û pêkanîna komkujiyên din li dijî dewletên cîran e. Fehîme bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li pêşiya van sûcan bigirin.

AMÛDÊ

Bi heman armancê li Amûdê jî meşek hate lidarxisin. Bi dehan endamên Kongreya Star û şêniyên navçeya Amûdê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan.

Her wiha şêniyan pankartên bi nivîsên "Êdî bes e dagirkerî bijî berxwedana gelê me", "Ji ax û azadiya xwe paş de gav navêjin", "Na ji dagirkeriya Tirk û DAIŞ`ê re" û "Na ji dewleta Tirk a dagirker re" rakirin.

Meş ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad dewam kir. Meşevanan dirûşmên "Bijî cenga rûmetê", "Jin jiyan e azadî", "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Heftanînê" qîr kirin.

Meş li Qada Şehîd Cîhad rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveberiya Edeleta Jinan a Amûdê Mira Zoro axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana Heftanînê silav kir.

Zoro bang li ciwanan kir û got: "Em bang li xort û keçên xwe dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana Heftanînê. Divê em jî li ber xwe bidin û hêza xwe mezintir bikin heta em karibin bersivên tund bidin dijminê xwe."

Meş bi qîrkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Heftanînê bi dawî bû.