Li Qamişlo rojnameger û rewşenbîran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Li Qamişlo Rojnameger, nivîskar û rewşenbîran êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê û Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên  dewleta Tirk hatin şermearkirin.

‘DIXWAZIN HEBÛNA  DAÎŞ’Ê MAYÎNDE BIKIN’

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevseroka YRA Evîn Yûsîf ve hate xwendin û ev tişt hatin gotin;

“Bi pêşketinên di demên dawîn de li ser qada Sûriyeyê û li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi taybet pêk tên, daketina asta şer û derfetên peydabûna çareseriyan ji bo bidawîkirina şerê li seranserî Sûriyeyê. Nemaze pêşveçûna berbiçav û serkeftinê li pey hev ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û rizgarkirina xaka Sûriyê. Di encama van mijaran de hikumeta Enqereyê bi kîneke reş tevdigere û ber bi daxwaza xwe ya vejandina impratoriya Osmaniyan a tunebûyî ve tevdigere. Ev yek di şer û destdirêjiyên Tirkiyeyê yên dawî de zelal dibe ku kêmkirina zexta li ser rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst armanc dike û hewl dide temenê wê dirêjtir bike û pêşveçên û serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) asteng bike.

Rejîma Tirkiyeyê ya faşîst çekan û pereyan dide çeteyan, wan perwerde dike ku sere li Sûriyê bide seknandin, tecrubeya Rêveberiya Xweser vala derxe û li aliyekî din gefan li Ewropa dixe ku dê koçber û terorîstan bişîne wir.

Êrîşên dawî li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dide xuya kirin ku van siyasetên pîs armanc dike ku pelên li Sûriyeyê têxe nava hev.

BÊDENGIYA NAVNETEWÎ ŞERMEZAR DIKIN

Em wek nivîskar, rewşenbîr û rojnemevanên li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hemû awayên şerê li Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser, bêdengiya navdewletî şermezar dikin.

Ji cîhana azad dixwazin ku ji dil kar bikin û li hemberî rêjîma hovane li Enqereyê bisekinin û nehêlin siyasetên dijminahiyê li hemberî bajar û herêmên pêk bîne.

Bijî jiyana azad li Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Bimre hemû siyasetên faşîst û zalim."