Li Qamişlo bi tevlîbûna hezaran Newroz hat pîrozkirin

Li Kantona Qamişlo Newroz bi şahiyek bi heybet hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyên li bajar û navçeyên Kantona Qamişlo bi beşdarbûna di sed hezaran kesî ji pêkhateyên herêmê bi dirûşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya Rêber Apo'' berdewam dikin. Piştî rêzgirtin, meşaleyên Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin û vêxistin axaftinên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de hatin guhdarkirin.

Di pîrozbahiya li gundê Hîmo yê Qamişlo de bi hezaran kes ji pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr bi cil û bergên xwe yên folklorî Newroz  beşdar bûn.

Piştî meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de koma Sakîne stranên şoreşgerî gotin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Behiya Sebrî axivî, Newroza 2022'an li tevahî dayikên şehîdan û hêzên leşkerî pîroz kir û got:“ Ew ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan.“

Hevserokê Meclîsa Qanûsaz a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb, di pîrozbahiyê de axivî û got:“Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama şoreşa azadiyê ya Kawayê Hesinkar e. Projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li cîhanê deng vedaye û cihê rêzdariyê ye."

Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.