Li Qamişlo komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê bi pêşengiya ciwanan komploya 15’ê Sibatê ya navnetewî ya li ser Rçberê Gelê Kurdê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hat şermezarkirin.

Girseya şêniyan di meşê de sloganên “Bijî Serok Apo” berz kir û wêneyên Rçberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û li kolanên bajarokê Girbawî yê Qamişloyê meşiyan. Meş li pêşiya Meclisa Bajarokê Girbawî rawestî û veguherî mitîngê.

Di mêtingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Şahî Xelef axivî û daxuyand ku roja 15`ê Sibatê ji bo wan rojeke reş e. Her wiha diyar kir ku hêzên komploger bi komploya navneteweyî xwestin Rçberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevgera azadiyê û gelan qut bikin.

Şahî Xelef da destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmralî li hember tecrîdeke giran li berxwe dide û got: “Ev berxwedana Rçberê Gelê Kurdtî, komplo têk bir. Êrişên li ser ax û gelê me ji komployê ne qut in.Fikir û felsefeya serok Apo bingeha şoreşa Rojava ye. em ê heta bidawîkirina vê komployê tê bikoşin.”

Şahî Xelef di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Em dibêjin “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, em ê bi ruhê ciwantiyê komployê têk bibin û bi serok Apo re azad bijîn.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.