Li Qamişlo komplo hat şermezarkirin
Tevgerên Ciwanan bi dirûşmeya “Bimre komploya 15’ê Sibatê“ li bajarê Qamişlo bi meşekê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Tevgerên Ciwanan bi dirûşmeya “Bimre komploya 15’ê Sibatê“ li bajarê Qamişlo bi meşekê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Bimre komploya 15`ê Sibatê", Tevgera Xwendekarên Demokrat û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşekê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Meş ji çerxerêya Mûnîr Hebîb dest pê kir û ber bi çerxerêya Şehîd Rûbar ve çû. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta “Dem dema azadiya Rêber Apo ye“ hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Amed Mehmûd axivî. Mehmûd diyar kir ku ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji beriya çend rojan ve çalakiyên cûda ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser asta bajarok û taxên bajarê Qamişlo lidar dixin.
‘HETA RÊBER APO AZAD BIBE EM Ê LI QADAN BIN‘
Mehmûd da zanîn ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên wan bidome û got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, em ê li her derê li qadan bin û li ber xwe bidin. Komploger nikarin wan jî fikir û felsefeya Rêber Apo dur bixin. Bi îradeya xwe ya ku em ji fikrên Rêber Apo digrin dê hemû komplo û planên ku li dijî wan têne kirin, wê werin pûçkirin.“
Her wiha di saetên êvarî de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ber avahiya wargeha ciwanan pêşengeha wêneyan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.
Piştî pêşengehê ciwanan bi konvoya wesayîtan di nav bajar de geriyan û komplo şermezar kirin.