Li Qamişlo greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan di roja 2’emîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Kongreya Star ve li Qamişlo ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 2’emîn de didome.

Kongreya Star duh li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina rewşa wî, çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin.

Çalakî di roja duyemîn de bi beşdariya gelên Dêrikê, Til Temirê, Tirbespiyê, Şedadê û Dirbêsiyê didome.

Li bin kon Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê a Dêrikê Hîva Hesen, Endama Rêveberiya Navenda Aboriya Jinê a Hesekê Merwa Ehmed û koçbera ji bajarê Reqayê Îmiyan Ebudulhadî axivîn.

Di axaftinan de komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan hate şermezarkirin û hat gotin ku gelên herêmê bi fikir û felsefeya Ocalan têdikoşin.

Piştre li nirxandinên Ocalan yên derbarê azadiya gelên bindest hat guhdarîkirin.

Çalakî bi serdana nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî didome.