Li Qamişlo 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Şervanên azadiyê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne bi merasîmeke bi heybet li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.

Şervanê QSD‘ê Ehmed Siwêreklî (Dilbirîn) di 12‘ê Cotmehê de li Dêra zorê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemd Hesûn di 12‘ê Cotmehê de li Serêkaniyê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Alan Mehmûd û Ehmed Qasim di 13‘ê Cotmehê de li gundê Mebrûkayê û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Raman Elî di 12‘ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bÛbûn bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin.

Bi hezaran şêniyan cenazeyê şehîdan ji ber navenda MeclÎsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekê ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Kerwanê şehîdan li goristanê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirina.

Li goristanê, merasîm bi bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre bi endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen û Hevseroka TEV-DEM‘ê Zelal Ceger axivîn.

Zelal got: "Em ji şehîd û dayikên xwe re dibêjin me soza jiyana azad û rûmet, tolhildana şehîdên xwe û rizgarkiriye welatê xwe daye. Ji ber wê ji me li berxwe dan û yekîtî tê xwestin."

Zelal wiha domand: " Nêzî 9 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedanek destanî tê kirin. Me gelek şer kir û bi hezaran şehîd da. Lewra em dibêjin em ê azadiya xwe bi dest bixin û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan em ê li berxwe bidin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bi destxistin têk bibe. Wek gel em têkoşîn û rûmeta gelan diparêzin. Ji salan ve em şerê DAÎŞ`ê dikin, li şûna tevahiya cîhanî me şer kir û tevahiya gelên cîhanê desteka me kir. Lê zihniyeta dewleta dîktetor û berjewendiyên dewletên mîna Emerîka û Rûsya li hember rizgariya gelan bûn asteng. Mixabin ev rastiyeke."

Xwişka şehîd Mihemed Sozî Hesûn axivî û got: "Di sala borî de em li vî cihî sekinîn û me soz da ku em dikarî şehîdekî din fedeyî welêt bidin. Em niha li vir in û îro şehadeta hevrêyê min e. Min soz da ku rûndikan nebarînim û ez ê wan ji bo tohildana şehîdan veşêrim.”

Hesûn wiha domand: "Ew nizanin ku em şervanên Rêber Abdullah Ocalan in. Em şehîdek din didin û em amade bêtir bidin. Eger ji bê xwestin bila dayîka me jî çek rake."

Xwişka Sozî bibîr xist ku şehîd Mihemed dema diçû Serêkaniyê jê re gotiye: "Îro roja rûmetê ye. Eger me rûmeta xwe neparast wê kî/ê biparêze."

Piştre axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de hatin veşatin.