Li Nürnbergê Kurd wê çalakiyên xwe yên li qadan berdewam bikin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Nurnberg ê Almanya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin. Girseya gel a li pêşiya HBF’ê kom bû û piştre dest bi meşê kir.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Nurnberg ê Almanya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin. Girseya gel a li pêşiya HBF’ê kom bû û piştre dest bi meşê kir.
Kurdistaniyên li Nürnbergê dijîn bal kişandin ser dewleta Tirk a ku jin, zarok û kal û pîran qetil dike û peyama “Wê çalakiyên me dewam bikin” dan.
Di mîtîngê de ji bo bibiranîna şehîdên Berxwedana Serdemê a Efrînê rêz hat girtin.
Mîtîng li pêşiya HBF’ê dest pê kir û ber bi navenda bajar a Plarer ve dewam kir.
Di tevahiya meşê de dirûşme hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin.
Dirûşmên “Bijî piştgiriya navneteweyî”, “Dawî li qetlîama li Efrînê bînin”, “Kujerê zarokan Erdoğan e”, “Duh Kobanê îro Efrîn”, “Bijî YPG/YPJ”, “Merkel çekan dide, Erdogan lêdide”, “Terorîst Erdogan”, “Bimire Rûsya” hatin berzkirin.