Li Minbîcê wesayîteke dagirkeran hate îmhakirin: 4 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Minbîcê kir, wesayîteke çeteyan hatiye îmhakirin û 4 çete jî hatine kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de got “′Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êrişî hinek gundên Minbicê kir. Çeteyan gundê Xalidiyê yê rojavayê bajarê Minbicê kir hedef. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dan û hinek çete hatin kuştin.

Çeteyan hewl dan êrişî gundê Ereb Hesen ê rojavayê Minbicê bikin, şervanên bersiva wan da. Di encamê de wesayîteke çeteyan hate îmhakirin û 4 çete hatin kuştin.

Li xeta çemê Sacûrê yê bakurê bajarê Minbicê jî şervanên me nehiştin çete nêzî bendan bibin û çeteyan nekarîn êrîşê bikin. Li vir jî hinek çete hatin kuştin û hinek çete jî birîndar bûn.”