Li Minbîcê wesayîta çeteyan hate îmhakirin, gelek çek hatin desteserkirin

Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên rojavayê Minbicê kir, wesayîteke çeteyan hate îmhakirin û çekên çeteyan hatin desteserkirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê û hêzên Cebhet El Ekrad bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên li ser gundên Boxaz û Biwêhêc ên li rojavayê Minbicê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li kêleka gundê Boxazê wesayîteke çeteyan hate îmhakirin, hinek çete hatin kuştin û yên din reviyan. Di şeran de çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku hewldanên êrîşa çeteyan hatiye şikandin û gelek çete hatine kuştin.