Li Minbicê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Minbicê ji ber teqîna mayinekê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.
Li Minbicê ji ber teqîna mayinekê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Yalanlî yê Minbicê mayinek teqiya. Teqîn li bexçê zeytûnan pêk hat ku hingî karker lê dixebitîn. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.
Cenazeyên kesên bi navê Samiya Ekreş û Zeîm Ebdulhisên û 17 birîndar rakirin Nexweşxaneya Berkel a li Mibicê. Tê gotin ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.
Navên birîndaran wiha ne: Dendî Hisên, Alya El Ehmed, Nesrîn El Hisên, Hece Raîd, Mihemed Hisên El Hisên, Kewser Mistefa El Ekreş, Bitûl Ekreş El Mistefa, Mêrvet Zeîm El Hisên, Fatima, Hûriya Ebdulhisên, Necah Hisên El Ekreş, Rexed Hisên Ebdulhisên, Ednan Mistefa, Sebah Ebdulhisên, Heyfa Ehmed El Hisên, Nûr Raîd Ebdulhisên û Fitêm.