Li Minbicê serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li Minbicê gelek çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin ku yek ji wan serçete ye.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li Minbicê gelek çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin ku yek ji wan serçete ye.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê girtina şaneyeke çeteyan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî ku Hêzên Antîterorê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî şaneyeke rêxistina DAÎŞ'ê ya li Minbicê operasyon pêk anî, Cîhad Cemal Himêdî ku bi navê ‘Ezam’ tê nasîn, tespît kir. Beriya ku MÎT’a Tirk wî bişîne Minbicê, li bajarê Carablusê bû.
Li gorî îtîrafa Ezam MÎT’a Tirk beriya demekê tevî birayê wî Hemam ew girtine. Piştre ew serbest berdane lê birayê wî Hemam girtî ye. Li hemberî serbestberdana wî operasyonên terorîstî pê dane kirin û sûd ji naskirina wî ya ji herêmê re, pêwendiya bi şaneyên DAÎŞ'ê û serçeteyên wan ên li herêmên Tirkiyeyê dagir kirine, girtiye.
Di encama operasyonê de, Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê bi ser kargeha mayinan a li ser rêya Helebê û nêzî Melevaniya Menkoş de girt, her wiha 3 terorîstên din ên şaneyê jî girtin. Piştî şer derket, çeteyekî hewldana revê kir û birîndar bû. Di heman demê de yekîneyan çek û alavên taybet ên çêkirina mayinan girtin. Kalaşnîkofek, 21 alavên teqandinê û gelek alavên çêkirina mayinan hatin desteserkirin.
Li gorî lêpirsîna destpêkê Ezam û çeteyên şaneyê gelek teqîn pêk anîne, ji wan teqîna li pêşiya Çerxerêya Şehîdan a Minbicê ku zarok û jin tê de bûn qurbanî.
Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê hîn jî şaneyên gefan li ewlehiya herêmê dixwin, dişopînin."