Li Minbicê merasîma veşartina şehîdan

Şervanên Hêzên Xweparastinê yên li Eyn Îsayê şehîd bûn, li Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên Hêzên Xweparastinê Abdûlrehman Abdûllah Îsmaîl, Abdûllah Mûstafa Mûstafa û Sabir Xelef El Hecî ku 28'ê Tebaxê li Eyn Îsayê di êrişa çeteyan de şehîd bûn, li Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin.

Şêniyên herêmê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Şehîdgeha Minbicê ve çûn.

Merasîma veşartinê ya li şehîdgehê jî bi merasîma leşkerî ya Hêzên Xweparastinê dest pê kir.

Hevserokê Buroya Parastinê ya Minbicê Kendal Osman, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelef, Hevserokê Meclîsa Qanûndanînê ya Minbicê Mihemed Alî Ebo û Endama Meclîsa Jinan a Minbicê Nesîr Alî li merasîmê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze destketiyên gel ji holê rake, lewma êriş dike û destnîşan kir ku wê li ser şopa şehîdan têkoşînê mezin bikin.

Piştî axaftinan belgeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her sê şehîdan li ber dirûşm û tilîliyan hatin veşartin.