Li Minbicê dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin

Şêniyên bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, meşiyan.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Meclisa gundên bajarokê Ebû Qelqel li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek lidar xist.

Meş ji pêş meclisê ber bi Nivîsgeha Mala Jin a bajêr ve destpê kir.

Piştî meş veguherî mîtîngê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Berkel axivî û bal kişand ser sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker li Tirkiyeyê û derveyê wê.

Emîne bal kişand ser têkoşîna li dijî wan siyaset û kiryarên dewleta Tirk û got pêdiviya qonaxê bi xebat, hewldan û têkoşîna li ser fikra Bêrîtan, Zîlan û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê heye.

Hevseroka Meclisa Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî axivî û wiha got: "Bila dîrok şahîd be em xwediyên vê xakê ne û êrîşên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin."

Hacer wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji 25 salan ve tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Dewleta Tirk li hember kesên azadiyê dixwazin û hewl didin bendên desthilatiyê bişikînin van dan û standinan dike."

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.