Li Minbicê ciwanan civîna xwe ya salane li dar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Minbicê bi dirûşmeya “Tolhildan biryara me ye” civîna xwe ya salê lidar xistin û peyamên xwedîderketina li desketiyên şoreşê dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê bi dirûşmeya “Tolhildan biryara me ye” bi tevlêbûna bi dehan ciwanên Minbicî civîna xwe ya salê lidar xistin. Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî tevlê civînê bû.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di civînê de Fermandar Ebdî axaftinek pêşkêş kir û got: “Ciwan bingeh û dînamîkên civakê ne, ya ku civakê li ser piya dihêle ciwan in. Li Minbicê jî ya ku bi Meclisa leşkerî re bajar parastin û piştgiriya hêzên leşkerî kir ciwan bûn. Di dema rizgarkirina Minbicê de piraniya hêza me ya leşkerî ji ciwanên Minbicê pêk dihat. Her wiha piştî deh salan di ser şoreşê re derbas bû, di dema niha de em ketine pêvajoyeke nû.  Di vê pêvajoya dawî de me 12 hezar şehîd dan û çiqas êrîş li ser me hebin jî em gav paşde navêjin.”

Di dawiyê de Ebdî bal kişande ser girîngiya xwedîderketina ciwanan a destketiyên şoreşê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ciwan xwedî li destkeftiyên şoreşê yên ku bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin, derkevin.”