Li Minbicê cenazeyê du şervanên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên Hesen Casim û Beşar Izo yên Meclîsa Lekerî ya Minbicê ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hesen Casim û Beşar Izo yên ku 13′yê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Reqayê de li gundê Sehil ê rojavayê Reqayê şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî û cîgirê wî Qasim Remo û Endamên saziyên sivîl, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kefaa Elî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo avakirina jiyaneke azad û birûmet, canê xwe feda kirin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku ciwanên Minbicê li gel şervanên QSD′ê şerê terorê dikin.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser Elî Cemîlî û Hevseroka Komîteya Ciwan û Sporê Sûzan Salih jî axivîn, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê dan.

Di dawiya merasîm de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Li goristanê cenazeyên her du şervanan bi dirûşma “ Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.