Li Minbicê ‘çalakiya konvedanê‘ dest pê kir

Li Minbicê li hemberî êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ‘çalakiya konvedanê‘ hate destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li dar xist. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê, Komîteya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li çalakiyê bûn ku tê payîn çalakî 3 rojan berdewam bike.

Di çalakiyê de, Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El Cemîlî axivî. Cemîlî diyar kir ku hedefgirtina gerîla tê wateya hedefgirtina vîna gelan û wiha got: “Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker me çalakiya xwe li dar xist. Bi vîna xurt a ku Rêber Abdullah Ocalan di nava gerîla de afirandiye, li hember çekên qedexekirî li ber xwe didin.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo jî axivî û got: “Dewleta Tirk bi rêya projeya xwe ya firehkirinê hewl dide Împaratoriya Osmanî vejîne. Lê mixabin, her tim hevkaran bi kar tîne da ku ajandeyên xwe pêk bîne.”

El Ebo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike da ku giyanê berxwedanê yê li herêmê û projeya neteweya demokratîk têk bibe ku li ser biratiya gelan, azadî û wekheviyê ava bûye.

Tê payîn ku hemû saziyên sivîl, leşkerî û partiyên Minbicê tevlî çalakiyê bibin.