Li Minbicê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Kantona Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş li çarxerêya El Mîzan a Minbicê destpê kir. Ji xeynî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Minbicê û endamên saziyên girêdayî wê, Meclîsa Civaka Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên herêmê tevlî meşê bûn.

Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Meş heta Çarxerêya El Delo dewam kir. Ji Hevserokatiya Ofîsa Xebitînê ya Meclîsa Herêma Rojhilat Raba Bekro li vir axivî û got ku yekane daxwaza wan ew ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bibe.

Endamê Rêxistina Civaka Sivîl a Kantona Minbicê Îsmaîl Qetwan jî ev tişt got: “Em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo edalet, maf û azadiyê çavkaniya me ya esas a baweriyê ye.”

Qetwan destnîşan kir ku divê li dijî zilm û zexta dewleta Tirk a dagirker serî bê rakirin û ji bo siberojeke azad divê berxwedan bê raberkirin.

Ji Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Husam El Şewax jî wiha got: “Doza Rêber Abdullah Ocalan ne tenê doza gelekî, doza hemû gel û mirovahiyê ye.”