Li Minbicê balafireke bêmirov a bombebarkirî hate xistin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku wan balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk xistine xwarê

Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên Meclîsa Leşkerî îro Çarşemî 27’ê Nîsanê li gundê Boxaz ê li eniya rojavayê bajarê Minbicê balefira bêmirov a dewleta Tirk xistine xwarê.

Hat ragihandin ku balafira bêmirov a dewleta Tirk bi bombeyan hatiye barkirin.

Di mehên dawî de dewleta Tirk hem êrîşên dagirkeriyê hem jî tevgera bi balafirên keşfê yên bê mirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.