Li Minbicê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûne şehîd

Hat ragihandin ku li Minbicê di pevçûnên bi çeteyên girêdayê dewleta Tirk re de, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî bûne şehîd.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya her çar şehîdan aşkera kir û diyar kir ku her çar şehîd dema erka xwe ji bo parastina herêmê pêk dianî ji aliyê komeke terorîst ve 5`ê Îlonê hatine armanckirin û bûne şehîd.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed El Silêman

Navê Bav: Mehmûd

Navê Dayikê: Zehra

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Minbic 30/5/2019

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 05.09.2023

...

Nav û paşnav: Yesir El-Misêtif

Navê Bav: Hesûn

Navê Dayikê: Warde

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Minbic 21.05.2022

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 05.09.2023

...

Nav û paşnav: Cuma El-Hisên

Navê Bav: Ibrahîm

Navê Dayikê: Helîme

Cih û Dîroka tevlîbûnê: Minbic 21.05.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 05.09.2023

...

Nav û paşnav: Hesen El-Ebdula

Navê Bav: Ehmed

Navê Dayikê: Melîke

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Minbic 27.4.2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 05.09.2023