Li Minbicê 3 zarok birîndar bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Tehnê yê Minbicê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Tehnê yê Minbicê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê ji bejahî ve û bi çekên giran êrişî gundên rojvayê Minbicê û hin gundên rojhilatê Babê kir, di encama topbarana li gundê Tehnê yê rojavayê Minbicê de 3 zarok birîndar bûn.
Navên birîndaran; Wîam El Casim (15), Îbrahîm El Casim (12) û Celal El Casim (14) û rakirin Nexweşxaneya Berkel a Minbicê.
Endamê rêveber û alîkarê nûjdar ê Nexweşxaneya Berkel Ehmed El Elî li ser mijarê wiha got: "Vê sibehê, ji ber êriş û topbarana ketober a li dijî Minbic û gundewarên wê 3 zarokên hatin nexweşxaneyê. Hema yekser derbasî odeya emeliyetê kirin. Ji ber parçeyan di zikên her du zarokan de, zikê wan hatin qelaştin, fatereşkên wan hatin girtin."
El Elî wiha domand: "Zarokê bi navê Wîam El Casim di gurçik û mîdeya xwe de birîndar bûye û fatereş hate qutkirin. Gurçikê Celal El Casim jî gelek zirar dîtiye û îhtîmal heye ku heta 24 saetên din were rakirin. Lê em niha li bendê xwe bixebite û ger bi giştî sekinî em ê rakirin, lê piştî malbat erê bike."
El Elî li ser zarokê sêyemîn jî wiha got: "Di sîngê Îbrahîm El Casim de bêhneke nebaş dihat, me ew çareser kir. Niha her sê zarok di odeya baldariyê de ne. Em hewl didin wan rizgar bikin."