Li Minbic û Til Temirê çalakî: 14 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û di encama van çalakiyan de 14 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî aşkera kir ku hêzên wan li dijî noqteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, çalakî lidar xistine.

Navendê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya mafê parastina rewa û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de, hêzên me gelek çalakî li dijî dagirkeran lidar xistin. Di wan çalakiyan de, navend û baregehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek deverên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef.

27’ê Kanûnê, hêzên me li eniya bajarokê Til Temirê saet di 11:00’an de çalakiyek li dijî baregeheke dewleta Tirk a dagirker a li gundê Ezîziye lidar xist. Li gorî agahiyên ku hêzên me piştrast kirine, di encama çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di heman rojê de, baregeheke dewleta Tirk a dagirker a li gundê Çetel ê nêzî gundê Seyade yê bakurê Minbicê bombebaran kiriye. Her wiha şervanên meclisê xwe gihandin nuqteya çeteyan û di navbera wan de şer derket ku 20 deqeyan dirêj kir. Di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Her wiha li eniya Minbicê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê baregeheke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Mehsenlî yê bakurê bajêr kirin hedef û bi çeteyên dewleta Tirk re şer kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”

Li gorî daxuyaniya navendê di wan çalakiyan de 14 leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.