Li Marê û Şêrawayê 3 çete hatin kuştin

Li herêmên Marê û Şêrawayê di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyan daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"10'ê Sibatê li ser rêya navbera gundikên Til Malid û Eyûn ên herêma Marê, hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyekî ji koma çete ya Ceyş el Watanî hate kuştin.

11'ê Sibatê li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê, hêzên me li dijî koma çete ya bi navê Feylaq el Şamê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê li herêma Marê li nêzî gundê Tiwêsê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek pêk anîn. Hejmara çeteyên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên çete gundên herêma Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrawayê bi obus û hawanan bombe kirin."