Li Lazkiyeyê êrişa hewayî ya Îsraîlê

Hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê li herêma Lazkiye ya li bakur rojavayê Sûriyeyê li hin hedefan xistin. Li gorî çavkaniyên Şamê sivîl hatiye kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a SANA'yê, sibeha Çarşemê saet di 02:00 de artêşa Îsraîlê li hin nuqteyên li peravên Lazkiyeyê xistin.

Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê çalak bûye û hin ji fuzeyên Îsraîlê xistine.

Li gorî heman çavkaniyê di êrişê de sivîlek mir, zarokek û dayika wî di nav de 6 sivîl birîndar bûn.

Herêma Lazkiye ku weke keleha malbata Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad tê naskirin, kêm caran dibe hedefa êrişên Îsraîlê.

Îlona 2018'an sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê li dijî fuzeyên Îsraîlê çalak bûbû û bi şaşitî balafireke Rûs xistibû.

Dewleta Îsraîlê ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve bi rêk û pêk êrişên hewayî dibe ser Sûriyeyê. Ev êriş jî bi giranî li dijî hêzên Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê tên kirin ku hevalbendê Îranê ye.

Tel-Avîv kêm caran berpirsyariya êrişan dide ser milê xwe. Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku par li 50 hedefên li Sûriyeyê xistin, lê agahiyên berfireh nedabû.