Li Kobanê berxwedana Heftanînê silav kirin

Welatiyên Kobanê bi meşekê berxwedana Heftanînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker silav kirin.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad destpê kir û ber bi Qada Azadî û Qada Şehîd Agîd ve çû. Li wir meş veguherî mîtîngê û bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk axaftin hatin kirin.

Xwepêşandêran pankartên "Bijî berxwedana Heftanînê”, “Na ji xeta îxanetê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst re” û “Berxwedana jinan hebûna Erdogan hejand" rakirin.

‘KURD BI HÊZ DIBIN’

Li ser navê Rêveberiya Xweser Îsmet Şêx Hesen axivî û diyar kir ku roj bi roj gelê Kurd xuttir dibin, ji ber vê Erdogan êrîş dike. Hesen got: "Erdogan û hikûmeta xwe hewl didin pirsgirêkên xwe yên li hundir derxin derve, ji ber vê êrîşî gelê Kurd û destwerdana herêman dikin."

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Azad Madlîn Ararat axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide hebûna gelên herêmê tine bike û bi siyasetên xwe yên di êrişkirina ji herêmê re diyar dike, dixwaze nasnameya gelan biçewisîne.

Ararat bi domdarî got: "Gel îsbat kir ku dikarin parastina nirxên mirovahiyê bikin û li hemberî çekên giran ên dewleta Tirk bisekinin."Ararat di dawiyê de anî ziman ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Mîtîng bi dirûşma “Bijî berxwedana Heftanînê” bi dawî bû.