Li Kobanê Jîna Emînî bi çalakiyekê hat bibîranîn

Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê çalakî hat lidarxistin.

Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve, bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve û destpêkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hat lidarxistin.

Çalakî li qada Jina Azad hat çêkirin. Di çalakiyê de ji aliyê Çand û Hunera Baqî Xîdo ve Koma Şehîd Yekta şanoya bi navê Keziyê Jinê lîstin. Di şanoyê de laçikên reş hatin şewitandin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan” Azadî” bi dawî bû.