Li Kobanê ji bo zarokên astengdar pêşangeh hat vekirin

Li Kobanê li cihê zarokên astengdar a bi navê Hêvî, pêşangehek hat vekirin.

Her sal ji bo zarokên astengdar pêşangeha karê destan tê vekirin. Ji bo kêfxweşiya zarokan kar û barê destan, karên wênekêşî tên amadekirin. Ev kar jî bi destê zarokên astengdar, malbat û mamosteyên wan tê amadekirin.

Rêveberiya Saziya Hêviyê, Emîra Qadar jî anî ziman ku hejmara zarokan di navbera 40 û 45’an de ye û got: “Hin ji wan nikarin biçin dibistanê, tên li vir û em bi hev re wan pêş dixin. Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku, zarokên li vir bikaribin tiştekî bi destê xwe biafirîne. Nêzî mehekî ye ku zarokan û mamosteyan bi hev re ev pêşangeh amade kirin. Hêviyê me ew e ku zarokên astengdar di civakê de xwe pêş bixin û di her qadê de cih bigrin."

Emîna Elî ya ku keça wê Evîn jî zarokeke astengdar e, diyar kir ku saziya hêvî ji bo zarokên wan gelek kar kir û got: “Evîn ji kêfxweşiya pêşangehê karên xwe amade kir, cil û bergê xwe yên Kurdî jî amade kir. Em gelekî kêfxweş in ku ev pêşangeh jî hat amadekirin.”

Pêşengeh bi govenda zarokan bi dawî bû.