Li Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê di çarçoveya piştgiriya pêngava Însiyatîfa Gel a bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya sîyasî” de û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî meşek li dar xist. Meş ji pêş Dibistana Şehîd Seydo a Kobanê ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir.
Li qadê endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê Şêrîn Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ew xwendekarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û gotin: “Armanca me şikandina tecrîda giran û azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî ye.”
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxwaza wan ji cîhanê re eşkere ye û gotin: “Ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriyeke adilane ji doza Kurd re ye. Em ê heta pêkanîna van daxwazan têkoşîna xwe bilind bikin.”
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.