Li Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Tolhildan hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mahîr Îbî (Serdar Tolhildan) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mahir Îbî (Serdar Tolhildan) ê ku  1’ê Mijdarê li  bajarokê  Rimêlanê yê herêma Cizîrê di encama qezayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehdî Dicle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmek leşkerî lidar xist.Piştre Hevserokê  Desteya Parastina ya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û banga xwedîderketina li xeta şehîd Serdar û hemû cangoriyên azadiyê kir.

Li ser navê Yekîtiya Partiya Demokaratîk (PYD) Ehmed Xoce jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Ji her aliyan ve li dijî me êrîş têne kirin, ji ber vê yekê jiyana me di xeteriyê de ye, ji bo ku em azadiya xwe mîsoger bikin pêwîste em berdêlan bidin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Tolhildan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.