Li Kobanê cenazeyê şehîd Îbrahîm hate veşartin

Li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Îbrahîm ku roja Pêncşemê şehîd bû, hate veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Îbrahîm roja Pêncşemê li bajarê Tebqayê şehîd bûbû.

Bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyan li kantona Firatê tevlî merasîma veşartina cenazeyê şehîd Îbrahîm Îbrahîm bûn ku li Goristana Şehîd Dîcle hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Ewlehiya Bendên Kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdullah Reşîd li ser kesayeta şehîd axivî û got şehîd Îbrahîm bi ax û doza xwe ve girêdayî bû, soz dabû ku ewlehiya herêmê biparêze.

Endama Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Şîrîn Hesê jî destnîşan kir ku gelên herêmê bi saya fedakariyên şehîdan xwedî vîn in. Şîrîn Hesê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker jî silav kirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre girseyê cenazeyê şehîd spart axê.

Piştî merasîmê şênî ber bi gundê Baxdik ve bi rê ket, ji bo ku sersaxiyê bidin malbata şehîd.