Li Kobanê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji bo xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan bang kir.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji bo xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan bang kir.
Meşa bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê" ku ji Qada Jina Azad dest pê kir, gihaşt Qada Aştiyê ya bajarê Kobanê û veguherî mîtîngê.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî, bixêrhatina beşdaran kir ku tev li meşê bûne da ku helwesta xwe ya li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin û piştgiriya hêzên ku şerê faşîzma dewleta Tirk bikin.
Mihemed Şahîn diyar kir ku ji sedan salan ve gelê Kurd bi berxwedaneke mezin şerê faşîzma dewleta Tirk dike, gelê li herêma Firatê jî helwesta xwe ya li hemberî sûcên dagirkeriyê nîşan da.
Şahîn destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fedakarî û berxwedanê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk sekinî û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa tevahî gelên bindest e."
Mihemed Şahîn axaftina wiha bi dawî kir: "Bila her kes bizane ku herêmên Kurdistanê bi saya gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê tên parastin, heger berxwedaneke tune bûya gelê herêmê nedikarî bi azadî bijiya û heger bi bin bikeve gelê Rojhilata Navîn nikare bi azadî û bi rûmet bijî. Tenê azadî û jiyana bi rûmet dê piştî serkeftina hêzên gerîla pêk were, serkeftin dê bi yekitiya gelên Rojhilata Navîn pêk were."
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid jî axivî û diyar kir ku dema ku DAIŞ têk çûye, dewleta Tirk ji hêrsa xwe re Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û piştre berê xwe da herêmê Eyn Îsa, lê şervanên QSD'ê hewldanên wan ên dagirkeriyê têk dibe.
Hemîd El-Ebid piştrast kir ku dewleta Osmanî dixwaze vîna gelên herêmê bişikîne. Hemîd wiha pê da çû: "Hêzên me dikarin li ber xwe bidin, şer bikin û destkeftiyan li Başûrê Kurdistanê bi biparêzin. Her wiha divê hemû dewletên cîhanê dewletên îslamî li hember vê dewleta faşîst bisekinin, em ji cîhanê re dibêjin ku divê rê li ber vî sûckarî were girtin da ku her gelek çarenûsa xwe bi xwe diyar bike."
Hemîd bang li tevahî gelan kir ku nekevin pey fitneyên ku dewleta Tirk pêk tîne û divê her kes li hemberê vê yekê hişyar be.
Hemîd piştrast kir ku ew bi hêzên QSD'ê û gerîla re ne û got: “Divê em bêdeng nemînin, divê em li hemberî fitne û provokasyonan hişyar bin, her wiha em berxwedana gerîlayên YJA Starê jî silav dikin û serkeftinê jê re dixwazin.”