Li Kobanê bi hezaran kes dijî dagirkeriyê meşiyan
Piştî 'meşa rûmetê' ya li Qamişlo ku bi tevlêbûna 50 hezar kesî pêk hatî, li Kobanê jî bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirker ên Tirk û PDK'ê derketin qadan.
Piştî 'meşa rûmetê' ya li Qamişlo ku bi tevlêbûna 50 hezar kesî pêk hatî, li Kobanê jî bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirker ên Tirk û PDK'ê derketin qadan.
Bi hezeran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn, da ku bi dirûşma " Li dijî dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê " dest bi meşê bikin.
Tê payîn ku piştî meş di kolana Meheta û qada Aşitiyê ya li nêzî Dergeha Murşîdpinar ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê derbas bibe.
Meş ji bo destekdayîna berxwedana gerîla ya li hember êrişên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û redkirina rêkirina çekdaran ji aliyê PDK`ê ve, tê lidarxistin.
Di 10`ê Hezîranê de Meşa "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" li Qamişlo hatibû lidarxistin û bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li meşê bûbûn.