BI DÎMEN

Li Kantona Firatê şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan a li Parîsê, daketin qadan û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, ji bo şermezarkirina komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan ku di encamê de yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, daketin qadan.

Di meşa ku bi pêşengiya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê pêk hat de, malbatên şehîdan û bi sedan şêniyên herêmê piştgirî dan. Meşa bi sedan li Qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” destpê kir û heta Dibistana Şehîd Seydo berdewam kir.

Piştre li ber Dibistana Şehîd Seydo ji bo bîranîna hersê jinên têkoşer û cangoriyên tevgera azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li vir Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mahabat Koçer axivî û diyar kir ku, Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye mînak.

Koçer, destnîşan kir ku armanca komkujî û komployê têk birina tevgera azadiyê ya Kurd bû û wiha axivî, “Di dîrokê de gelek serhildanên gel ji aliyê desthilatdaran ve hate tepeser kirin. Hewl dan bi van êrîşan dawî li tevgera azadiya Kurd bînin. Di şexsê jinên pêşeng Sakîne Cansiz de xwestin vê yekê bikin. Hevrê Sakîne bi sekn, berxwedan û têkoşîna xwe bû mînaka jina azad.”

Piştî axaftinan meş bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.