BI DÎMEN

Li Kantona Firatê şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn

Li Kantona Firatê bi pêşengiya Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan û Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiyên bîranînê ji bo şehîdên komkujiya Parîsê hatin lidarxistin.

Di 9’ê Çileya 2013’yan de 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez li peytaxta Fransa Parîsê bi destê îstîxbarata MÎT’ê ya Tirk hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Derya Mihemed ve hat xwendin.

Mihemed, hersê jinên şoreşger ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bi rêzdarî bibîr anî û wiha got, “Tevî ku hêza li pişt komkujiyan tê zanîn jî, komkujiyên ku li Parîsê pêk hatine heta roja îro nehatine eşkerekirin. Ev yek nîşan dide ku Fransa di van komkujiyan de xwedî têkiliyên kûr e. Fransa ku yek ji koordînatorê peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê ye, ku bû sedema gel û erdnîgariya Kurdistanê bê parçekirin, bê statû di bin mêtingeriyê de bimîne, ev sedsal e di çarçoveya vê peymanê de destekê dide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd."

‘DABÎNKIRINA EDALETÊ DAXWAZA HEVPAR A GELÊ KURD E’

Mihemed, wiha domand, “Fransa jî wek welatekî ku rasterast di bin gumanê de ye. Dikare bi ronîkirina tarîtiya li ser komkujiyan û darizandina kujerên rasteqîn ên li pişt perdeyê vê sûcdariyê ser xwe bavêje. Rejîma dewleta Tirk a faşîst a sed salî di pêvajoya hilweşînê de ye. Ne pêkan e ku polîtîkayên xwe yên li ser qirkirina Kurdan bidomîne û neçare bi pirsgirêka Kurd re rû bi rû were. Di vê pêvajoyê de Fransa weke welatekî divê rola çareseriyê bilîze. Di vê çerçoveyê de bi ronîkirina komkujiyên li dijî jinên pêşeng ên kurd, divê ku bersivê bide hêviyên raya giştî. Dabînkirina edaletê daxwaza hevpar a gelê Kurd, dostên wan, raya giştî ye. Divê kujerên jinên pêşeng ên Kurd hesab bê pirsîn.”

Bi heman wesîleyê Yekîtiya Jinên Ciwan jî li navenda xwe rêzeçalakiyek bîranînê lidar xist. Di çalakiya bîranînê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, sînevîzyona ku ji bo bîranîna jinên şoreşger hatibû amadekirin, hat temaşekirin û li dora wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê find hatin vêxistin.

Piştre jî Berdevka Jinên Ciwan a Kantona Firatê Neda Şahîn axivî û diyar kir ku, ew ê weke jinên ciwan heta dawî xwedî li mîrateya Sakîneyan derkevin û şopdara xeta şehîdan bin.